roh.Ramazan
KÜRTÇE-KURDİ..KÜRMANCİ..Agirê Evîndarî Agirê Evîndarî Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo Xanî bûye zindan tê de ranazim Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na, Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye? Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî? Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî? Ahî dema destê wî l’bin serê min! Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî Tenê hiştim ay dil îşev çima çû? Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû? Rabe peykev ay dil zû wî werîne Tev biriştim ay dil îşev çima çû? Cigerxwîn
Mar 19, 2014 6:29 PM